Artêşa nû ya Sûriyê bi rêbazên rêxistineke cîhadî leşkeran distîne: 3 şert hatin danîn

PeyamaKurd- Li gorî dîmenên hatine belavkirin, artêşa nû ya Sûriyê ku di bin deshilata Serokê qonaxa veguhêz Ehmed Şera (Mihemed el-Colanî) de ye, bi sê şertan leşkeran qebûl dike ku netewe, ol û baweriyên ji bilî Îslamê red dike.
Çavkaniyên herêmî yên li bakurê Sûriyê ragihandin ku 3 mercên sereke ji bo beşdarbûna nav artêşa nû ya Sûriyê hatine danîn û ew jî; nimêj mecbûrî ye, cixare kişandin qedexe ye û cîbicîkirina her cûre ferman û daxwazên serokê koma leşkeran e.
Piştî belavbûna vîdyoyên ku ew merc ji aliyê çekdarekî hêzên Sûriyê ve hatiye belavkirin, pêkhateyên Sûriyê bertek nîşan dan ku ew yek dûrî hembêzkirina gelên Sûriyê û prensîbên leşkerî ye.
Şertên beşdarbûna leşkerîyê wiha hatine rêzkirin:
1. Her endamek mecbûr e nimêj bike. Di dema rejîma Esed de jî destûra nimêjê nedihat dayîn.
2. Qedexeya tam ya ji ciger kişandinê. Tê çaverêkirin ceza ji bo cixarê bên sepandin.
3. Guhdarîya tam a fermandarên ango emîrên koma leşkerî. Ne wekî fermandar wekî “Emîrê komê” tê gotin ku ev jî helwesteke cîhadî ye.
Xelkê Sûriyê dibêje, ev şert ne li gorî rêzikên leşkerî û artêşê ne, lê leşkerî wekî amûrekê di destê rêxistineke cîhadî de tê bikaranîn ku ev jî derveyî nasnameya neteweyî ya Sûriyê ye.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




