Rubio: Washington amadekariyê dike ku Birayên Misilman bixe lîsteya terorê

Rubio: Washington amadekariyê dike ku Birayên Misilman bixe lîsteya terorê

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Washington hewl dide Birayên Misilman bixe nav lîsteya terorê û niha pêvajo di qonaxa amadehiyê de ye.

Rubio ji radyoyeke Amerîkî re gotiye, Amerîka hewl dide Birayên Misilman wekî rêxistineke terorê bi nav bike û ev pêngav wekî pêngaveke "demdirêj û aloz" pênase kir, lê da zanîn ku xebat bi awayekî çalak didomin.

Rubio bi bîr xist, gelek şaxên Birayên Misilman hene û divê her yek ji wan cuda bê nirxandin.

Herwiha Wezîrê Amerîkî diyar kir, ew bi berdewamî li koman dinêrin da ku wan li gorî rastiya wan destnîşan bikin.

Rubio daye xuyakirin, Amerîka delîlan berhev dike da ku nîşan bide Birayên Misilman rêxistineke terorê ye û hişyarî da ku eger ne wisa be, kom dikare li dadgehê li dijî vê biryarê derkeve.

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.