Naveroka rêkeftina Bexda û Hewlêrê ya hinardekirina petrolê eşkere bû

Naveroka rêkeftina Bexda û Hewlêrê ya hinardekirina petrolê eşkere bû

PeyamaKurd- Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê piştî hejmarek hevdîtinan, li ser mekanîzmaya jinûve destpêkirina hinardekirina petrolê gihiştin rêkeftineke berfireh. Protokola rêkeftinê ji aliyê zêdetirî 20 endamên şandên her du aliyan ve hatiye îmzekirin.

Hate zanîn ku civîn ji 17ê Tîrmehê ve dest pê kirine û şandên her du aliyan serdana hemû zeviyên petrolê yên Herêmê kirine û piştî nirxandina pirsgirêkên teknîkî, di 11ê Tebaxê de li ser mekanîzmayeke nû li hev kirine.

Li gorî rêkeftinê, dê berhema rojane ya zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê were hinardekirin. Piştî ku rojane 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêmê were veqetandin, berhema mayî dê radestî Kompanyaya Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO) bê kirin.

Hate diyarkirin, protokola rêkeftinê ji aliyê 17 endamên şanda Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal û 5 endamên şanda Wezareta Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin û şanda federal piştî îmzekirinê vegeriyaye Bexdayê.

Ji bo ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jinûve dest pê bike, tenê maye ku Hikûmeta Federal ligel Tirkiyeyê danûstandinên dawî bike û prose bikeve warê bicihkirinê.

Ev rêkeftina nû di demekê de tê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara 2023an ve, ji ber gilînameyeke ku Iraqê li dijî Tirkiyeyê tomar kiribû û di encamê de hinardekirina bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû rawestandin.

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rawestandina hinardekirinê zêdetirî 50 milyar dolar ziyan gihandiye aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê û ti aliyek ji vê biryarê sûd wernegirtiye.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.