Keç û xortê hezkiroxên hev di mal de kuştî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Muğlayê li navça Bodrumê xortê bi navê Berk Köse (31) û keça bi navê Ezgi El (28) li taxa Yahşi li ser kuça Hurriyetê di sîta ku tê de diman, di nav malê de, her dû jî ku bi demançê mirine, cesedê wan hatin dîtin.
Mirovên Berk Köse dema li Köse di rêya telefonê de digeriyan û jê agahî nedistendin, çûn mala wî. Dema deriyê malê vekirin dîtin ku her dû li erdê ne û di nav xwînê de mane.
Xeberê didin Banga Lezgîn ya 112an û bi tîmên tenduristiyê re polîs diçe ciyê bûyerê. Li ser bûyerê dozgerî lêkolînê û lêpirsînê da destpêkirin.
Keç û xort bi demançê di serê xwe de mirine lê nayê zanîn bê ew xwe kuştine an hinek kesên din ew kuştine.
Cenazên her dû kuştiyan birine morga Tib a Edlî ya bajarê Muğlayê. Wê piştî otopsiyê bûyer zelal bibe.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




