Nûnerê Amerîkayê û Ehmed Şera civiyan

Nûnerê Amerîkayê û Ehmed Şera civiyan

PeyamaKurd – Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera bi endamê Kongresê yê Komarî yê Amerîkî Îbrahîm Hemade re civiya. Piştî ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re civiya, Hemade ji bo serdaneke kurt rasterast ji Îsraîlê çû Şamê.

Hemade, efserê berê yê îstîxbarata Artêşa Amerîkayê, rave kir ku wî ev serdan wekî nûnerê ajandaya "hêza ji bo aştiyê" kiriye û ew bi Şera re civiyaye da ku li ser vegerandina cenazeyê Kayla Mueller li malbata wê ya li Arizona nîqaş bikin.

Hemade tekezî li ser pêwîstiya avakirina korîdoreke mirovî ya ewle ji bo gihandina alîkariyên bijîşkî û mirovî bo Siwêdayê kir û tekezî li ser pêwîstiya "sererastkirina rêça Sûriyeyê li ber çavan bûyerên trajîk ên dawî" kir.

Wî diyar kir ku ew hîn jî piştgiriyê dide biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina hin cezayan ji bo alîkariya gelê Sûriyeyê û hikûmeta wan a nû, lê bawer dike ku divê Kongre di vê pêvajoyê de dê roleke navendî bilîze da ku piştrast bike ku hikûmeta Sûriyeyê sozên xwe yên li hember Amerîkayê bi cih tîne.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.