Pentagon: Jibermayiyên El-Qaîdeyê hewl didin bandorê li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bikin

PeyamaKurd – Ajansa Îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Defense Intelligence Agency eşkere kir ku hin endamên Hurras el-Dîna ku baskekî El Qaîdeyê ya ku di Çileya 2025an de hilweşandina xwe ragihandibû, hîn jî di bin rêveberiya hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, ku ji hêla Ehmed eş-Şera (Ebû Mihemed el-Colanî), serokê berê yê Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve tê birêvebirin, çalak in û hewl didin bandorê li rêveberiyê bikin.
Li gorî rapora DIAyê ya Hezîranê ya ji bo Mufetîşê Giştî yê Pentagonê, "Hin komên girêdayî El Qaîdeyê di bin sîwana HTŞ de bi xweserî xebatên xwe didomînin."
Rapor destnîşan dike ku El Qaîde dê hewl bide bandorê li avakirin û polîtîkayên hikûmeta nû bike.
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de, Şera koalîsyoneke nazik a bi piranî ji serokên HTŞ û milîsên din ên Sune yên ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hatine damezrandin, ava kir.
Her çend HTŞ û Hurras el-Dîn di demên berê de li dijî rejîma Esed hevkarî kiribûn jî, nêzîkbûna HTŞ ya bi Tirkiyeyê re di sala 2020an de bû sedema pevçûnên xwînî û qutbûna têkiliyan. Tevî ku Hurras el-Dîn piştî hatina Şera ya ser desthilatê hilweşandina xwe ragihand, ne hemî endamên wê çek danîne. Artêşa Amerîkayê ji sala 2018an ve bi êrîşên bêfirokevan gelek endamên Hurras el-Dîn li beravên Sûriyeyê kirine armanc.
Di Gulana 2025an de, Ehmed Îhsan Feyad el-Heyes, serokê berê yê Ehrar el-Şerqiye û di sala 2021an de ji ber sûcên şer ên ku tên îdîakirin di lîsteya mueyîdeyên Amerîkayê de, wekî fermandarê Firqeya 86an a Artêşa Sûriyeyê hate tayînkirin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce vê tayînkirinê wekî “xeletiyekî giran” bi nav kir. Ehrar el-Şerqiye her weha di sala 2019an de bi kuştina siyasetmedareke jin a Kurd û tîma wê li Rojavayê Kurdistanê hate tawanbarkirin.
Li gorî raporê, fermandarê nû yê Muhafizên Komarî Ebdulrehman Huseyîn Xetîb û fermandarê Lîwaya Şamê Omer Mihemed Ceftaşî, ku her du jî kadroyên berê yên HTŞyê ne, di rêveberiyê de cih digirin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.





