Li bajarê Lazkiyê kabloyên bajarê dizîn û 15 gund bê av man

PeyamaKurd – Li bajarê Lazkiya Sûriyê ku dikeve ber peravên Derya Sipî, kesên nasnama wan nediyar, li istasyona bendavê ya Safsafê, şebeka elektrîkê talan kirin û sabote kirin. Talanker kabloyên elektrîkê yên pompayên avê dizîn û ava 15 jîngeh û gundan hat birin û xelk bê ava vexwarinê ma.
Bajarok û gundên ku ji ber dizîna kabloyên elektrîkê ava wan hatiye birîn ev in:
Baksa, Janata, El-Kancarah, Stomerho, El-Muşeyrifah, Ayn El-Laban, El-Cenderiya, Maşkita, Ayn El-Beyda, Makhus, El-Kaluf, Hırbet El-Cüziye, Kasmin, El-Safsaf, Nahr El-Arab in. Di nav wan de gund û qesebe hene û hem bi ser wan qesebeyan de malîkaneyên mezin hene û ava wan hatiye birîn.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




