Koşka Sipî: Wê tenê Trump û Putin hevdîtinê bikin

Koşka Sipî: Wê tenê Trump û Putin hevdîtinê bikin

PeyamaKurd – Koşka Sipî ya DYAyê li ser hevdîtina serokê Amerîkayê Trump ûserokê Rûsyayê Putin ya ku wê li Alaskayê bibe, daxwuyanî da û got ku wê tenê her dû lîder bi hev re hevdîtinê bikin û wê kesê sêyem tevlî hevdîtinê nebe.

Di hevdîtinê de wê serokên her dû dewlatan rû bi rû hevdîtinê bikin. Berya hevdîtinê, ji aliyê wezaretên kar û barên derve yên her dû welatan de amadekarî hat kirin.

Wezareta kar û barên derve ya Rûsyayê ragihand ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov û yê Amerîkayê Rubio di rêya telefonê de axifîye.

Di axaftina her dû wezîran de behsa amadekariya hevdîtina 15ê Tebaxê kirine û xwestine ku hevdîtin bi serkeftî encamê bide.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.