Serok Barzanî pêşwaziya konsulê nû yê Rûsyayê kir

Serok Barzanî pêşwaziya konsulê nû yê Rûsyayê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê Maksîm Robîn kir.

Baregeha Barzanî piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhat û guhertinên li herêmê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Herwiha, di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de hate kirin.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.