Berlîn dê meha Îlonê mazûvaniya kongreyeke Kurd û Cihûyan bike

PeyamaKurd – Li paytexta Almanyayê Berlînê amadekarî tên kirin ku di 7ê Îlonê de kongreyeke giring a Kurd û Cihûyan bê lidarxistin. Armanca sereke ya kongreyê dê ew be ku li dijî zêdebûna dij-Semîtîzm (dijminatiya Cihûyan) û dij-Kurdîzmê, bi taybetî ya Tirkiye, Îran û welatên Ereb, bibe xwedî helwêsteke hevpar û li tifaqên nû bigere.
Kongre, bi hevkariya Înîsiyatîfa Nirxên Cihû-Alman û Civaka Kurd a li Almanyayê ve dê bê lidarxistin. Tê payîn ku gelek kesayetên payebilind ji warên siyaset, zanist, civaka sivîl û medyayê beşdar bibin da ku li ser mijarên hevbeş ên têkoşînê û perspektîfên pêşerojê rawestin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Nirxên Cihû-Alman ve hat belavkirin, rojeva sereke ya kongreyê dê li ser têkoşîna li dijî dij-Semîtîzm, dij-Kurdîzm û xurtbûna îdeolojiyên Îslamîst û nijadperest be. Organîzator tekez dikin ku armanca wan avakirina civakên bihêz, lîberal û demokratîk e ku tê de dê cih ji dijminatî û cudakariyê re tune be.
Kesayetên navdar dê beşdar bibin
Di nav axaftvanên kongreyê de kesên navdar hene. Ji Konseya Navendî ya Cihûyan a li Almanyayê, Şîla Erlbaûma ku rêvebera beşa siyaset û olê ye, pispora tundrewiyê Rebecca Schönebach, û nûnerek ji Sefaretxaneya Îsraîlê ya li Berlînê dê amade bin. Herweha, Serokê Civaka Kurd li Almanyayê, Alî Ertan Toprak, dê di kongreyê de gotarekê pêşkêş bike.
Ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve jî piştgiriyeke xurt ji kongreyê re heye. Hat ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Parlamentoyê yê Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê, Christoph de Vries, dê li ser navê hikûmetê beşdarî kongreyê bibe û axaftinekê bike.
Ev beşdarbûn weke nîşaneya girîngiya ku hikûmeta Alman dide vê hevdîtinê tê şîrovekirin.
Kongre weke gaveke dîrokî tê nirxandin ku du civakên ku di dîrokê de rastî zilm û zordariyê hatine, dê bîne cem hev da ku ji bo paşerojeke baştir bi hev re bixebitin.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




