Li Ûrmiyeyê operasyoneke berfireh: 9 Kurdistanî bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê zext û zordariya çekdarên rejîma Îranê didome. Di bûyereke dawî de, hêzên Îtilaata (îstixbarata ) Spaha Pasdaran di 9ê Tebaxa 2025an de bi ser gundê "Nocewan"ê Ûrmiyeyê de girtin û 9 Kurdên ji 2 malbatan desteser kirin.
Li gorî agahiyên ku Saziya Mafên Mirov a Hengawê piştrast kirine, ev kes bi awayekî fermî bi tohmeta "hevkariya bi Îsraîlê re" hatine desteserkirin.
Kesên ku di vê operasyona bi êşkence de hatine desteserkirin, endamên malbatên Gulistanî û Mistefazade ne. Navê wan bi vî awayî hatiye eşkerekirin: Ehmed Gulistanî, Mihemed Gulistanî, Bêhzad Gulistanî, Muhsên Gulistanî, Îhsan Gulistanî, Mêhran Gulistanî, Ferzad Mistefazade, Hemîd Mistefazade, Şoreş Mistefazade.
Çavkaniyên herêmî yên ji Ûrmiyeyê radigihînin ku hêzên Spahê bi lêdan û şêwazên hovane ev 9 Kurd desteser kirin.. Piştî desteserkirinê, ew yekser neqlî girtîgeheke ewlehiyê ya taybet ya li Tehranê hatine kirin, ku ev yek nîşan dide dosyaya wan weke mijareke ewlehiyê ya astbilind tê nirxandin.
Tevî ku roj di ser desteserkirina wan re derbas bûne jî heta niha tu agahiyeke zelal derbarê çarenivîs, cihê ragirtin û rewşa tenduristiya van 9 welatiyên Kurd de tune ye.
Malbatên wan ên li Ûrmiyeyê di nava fikar û metirsiyeke kûr de ne û hemû hewldanên wan ên ji bo agahîwergirtinê bê encam mane.
Tometa "sîxuriya ji bo Îsraîlê" yek ji wan tohmetên herî giran e ku ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî dijberên siyasî û çalakvanan tê bikaranîn û gelek caran cezayê bidarvekirinê jî pê re tê.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




