Şîrwan Barzanî çû serdana Şemzînanê

Şîrwan Barzanî çû serdana Şemzînanê

PeyamaKurd – Şîrwan Barzanî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Giwêr û Mexmûrê, serdaneke berbiçav li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê pêk anî. Di serdana xwe de, Şîrwan Barzanî bi malbatên Pêşmergeyên dêrîn û kesayetên herêmê re hevdîtin kir û heyraniya xwe ya ji bo xwezaya herêmê anî zimên, bal kişand ser potansiyela wê ya mezin a ji bo geştyariyê.

Şîrwan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe de, li Şemzînanê çû serdana mala Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Sîso Mişo Barzanî, û ji aliyê birayê wî Serdar Mişo Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Ev serdan weke nîşana girêdana dîrokî ya di navbera Pêşmergeyên Başûr û malbatên wan ên li Bakur de hat şîrovekirin.

Herweha, fermandarê Pêşmerge bi karsazê navdar ê herêmê Sabrî Ozel û hejmarek rûspî û kesayetên din ên Şemzînanê re civiya, û li ser rewşa giştî ya navçeyê guftûgo kirin.

"Bedewiya vê derê li Swîsreyê jî nayê dîtin"

Şîrwan Barzaniyê ku geşteke taybet li Çiyayê Cîlo, Golên Sat û herêma Spîxanê jî kir, ji bedewiya herêmê matmayî ma. Derbarê serdana xwe de, Barzanî ji Rûdawê re axivî û got:

"Bi rastî, çiyayên vê herêmê weke bihuştê ne. Berê ji ber şer û pevçûnan kesî nedikarî serdana van cihan bike, lê piştî pêvajoya aştiyê, her kes gelekî kêfxweş e."

Wî bi taybetî bal kişand ser potansiyela geştyariyê û weha pê de çû:

"Eger xizmetguzarî were pêşkêşkirin, ez bawer nakim ku bedewiyeke weha li Swîsreyê jî hebe. Em hatine Bakurê Kurdistanê, gelek xizm û dostên me li vir hene û me serdana wan kir. Eger ev der baş bên amadekirin, dê mirov ji çar aliyên cîhanê bên serdana vir."

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.