Îsraîlê Îranê bi êrîşên nû tehdîd kir

Îsraîlê Îranê bi êrîşên nû tehdîd kir

PeyamaKurd – Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir ragihand ku dibe Îsraîl car din êrîşê ser Îranê bike. Daxwuyaniya Zamir ket piştî rexneyên tund yê serokê konseya bilind ya ewlehiya Îranê Ali Laricani ku li Beyrûdê di derbarê Îsraîlê de kir.

Li gor rojnama Îsraîlê ya bi navê Yedioth Ahronotê; serokerkanê Îsraîlê Zamir, di merasimekî li Tel Avivê ya di baregeha leşkerî ya bi navê Glilotê de, di axaftina xwe de got; eger pêwist be, ew amade ne ku careka dinê êrîşê Îranê bikin

Laricani, di wexta seredana xwe ya Beyrûdê de gotibû ku Îsraîl bi êrîşên ser Lubnanê bûye weka ‘heywanekî dirinde’. Daxwuyaniya Zamir jî piştî rojekî hat dayîn.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.