HSDê bersiva êrîşekê li Dêrazorê da: 1 kuştî, 4 birîndar

PeyamaKurd- Nivîsîngeha Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, îro 14ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand, yek ji komên wan li derdora rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşeke çekdarî hatiye. Hate eşkerekirin, hêzên wan jî bi operasyoneke taybet bersiva wê êrîşê dane, ku bûye sedema kuştina yek ji êrîşkeran û birîndarbûna sê kesên din.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, “Çar endamên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê, ku di erkekê asayî de bûn, li danê êvarê yê roja Çarşemê li dermanxaneyeke bajarê Hewayîcê li rojhilatê Dêrazotrê rûbirûyî êrîşekê bûn, ku ji aliyê komekê ve hat kirin. Dibêjin ku, mimkin e ku ew kom girêdayî rêxistina terorîstî ya DAIŞê be.”
Encûmenê daye zanîn, hêzên wan di bersiva wê êrîşê de operasyoneke berfireh kirin û endamekî koma êrîşkar kuştine û sê kesên din jî birîndar bûne. Hate gotin, "Em tekez dikin ku, her êrîşeke li dijî endamên me an jî gelê me li deverê bê kirin, em dê bi bersiveke tund û biryardar rû bi rû bibin."
Herwiha hatiye diyarkirin, ew dê yekser dest bi lêkolîneke bilez û tevgir bikin da ku hûrgiliyên wê bûyerê eşkere bikin û aliyê berpirsiyar ê wê êrîşê destnîşan bikin,.
Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê bi tundî her hewleke ji bo têkdana ewlehî û aramiya deverê bê kirin red kir û pabendbûna xwe ji bo şerê li dijî terorê yên li ser jiyana gelê dibin gef anî ziman.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




