Di navbera Tirkiye û Azerbeycanê de peymana gazê hat îmzakirin

Di navbera Tirkiye û Azerbeycanê de peymana gazê hat îmzakirin

PeyamaKurd – Tirkiye û Azerbeycan di navbera xwe de peymana gazê îmza kirin. BOTAŞ û şîrketa Azerbeycanê ya dewletê (SOCAR) û şîrketa Abu Dabiyê ADNOC û Total Energies ji bo li Azerbeycanê ji bo Tirkiyê gazê amade bikin, peymanekî îmza kirin.

Di çarçova peymanê de piştî sala 2029an heya 15 salan wê ji bo Tirkiye 33 milyar m3 gazê temîn bikin.

Wezareta energiyê ya Tirkiyê ragihand ku peyman di Hefta Enerjiya Baku de, di Foruma Enerjiyê ya Baku de hatiye îmza kirin.

Di nav peymanê de ya hevkariya stratejik de heye dê li Azerbeycane di seha gazê ya ABSHERON de veberhênan bibin û sewqiyata Tirkiyê ji wê derê bibe.

Hevkarî, dê di navbera her 4 şîrketên navborî de bibe.