PeyamaKurd – Li bajarê Sweydayê yê di bin kontrola rejîma Sûriyê de, welatî doh Şemiyê li dijî biryarên hikûmeta Şamê derketin qadan û daxwaza hilweşandina rejîma Esed kirin. Herwiha xwepêşanderên ku ji ber bêparhiştina alîkariyan derketibûn kolanan rêya Şam-Sweydayê jî girtin.
Li gorî çavkaniyên medyayî, xwepêşandanên li Sweydayê li dijî biryarên hikumetê ku beşeke mezin ji xelkê ji alîkariyan bê par hiştiye dest pê kirine û her diçe protesto berfirehtir bûne.
Di xwepêşandana Sweydayê de, xwepêşandêran banga hilweşandina rejîma Sûriyê kir.
Herwiha li gorî zanyariyên medya civakî koma bi navê Hêzên Fehid û sivîlên din rêya Şam-Sweydayê li nêzî pira Merdek girtin û xwepêşandana xwe piştî bangewaziya lidarxistina xwepêşandanê roja Duşemê bi dawî anîn û rêya Şam-Sweydayê vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin