Di rabûna lehiye de 6 kes mirin

Di rabûna lehiye de 6 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Cezayîrê li bajarê Mesile li bajarokê Tamsayê bi sedema rabûna lehiyê di encamê de 6 kes mirin

Li gor daxwuyaniya rayedarê giştî yê bergiriya sîvîl yê Cezayîrê; li bajarê Mesile, di wadiya Ayn es-Seba de di encama rabûna avê de, li bajarokê Tamsayê erebeyekî ket ber pêlên ava lehiyê, 6 kesên di erebêdê bûn hatin rizgarkirin lê 6 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Rayedar dibêjin ku bi sedema lehiyê, di çûn û hatê de pirsgirêk hene, li hinek ciyan çûn û hatin qet nemaye û lehî di gelek wadiyan de kiriye ku av bilind bibe û di ser ciyê xwe de biqelibe.