Di şewata daristanan de 15 kes hatin girtin

Di şewata daristanan de 15 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek ragihand ku ji 1ê Hezîranê heya niha 97 şewatên daristanan çêbûne, li ser şewatan lêpirsînên edlî dewam dikin, 69 gumanbaran tesbît kirine û di derbarê 30 gumanbaran de tedbîra kontrola edlî dewam dike, 15 kes jî hatine girtin û wan şandine zîndanê.

Gürlek got ku di 22-30 yê Tebaxê de 3 gumanbaran girtine û wan şandine zîndanê. Gürlek weha dewam kir:

“Her kî bi zanîn, bi îhmal an ji bê tedbîrî zerarê bide welatê me yê kest, wê kiryarên wan bê bersiv nemînin.

Di navbera 22-30e Tebaxê de di lêpirsîna 22 şewatên daristanan de 23 gumanbaran tesbît kirine. 3 kesan şandine zîndanê, 9 kes di bin tedbîrên kontrola edlî de ne, 1 di bin çav de ye, di derbarê 2 kesan de biryara girtinê heye.”