Di zîndanê de 9 kes mirin

Di zîndanê de 9 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Latîn Amerîkayê li Ekvadorê, di zîndana li payîtext Quitoyê, ya bi navê El Inca de, li ser ku polîs serpereştê çeteyan bir zîndanekî dinê isyan derket. Terefdarên serokê çeteyan nexwestin ku serokê wan bibin zîndaneka dinê û xwestin ber lêbigrin. Di encamê de 9 kes di zîndanê de hatin kuştin.

Polîs, xwest ku serokê çeteyan yê bi navê "Los Lobos" ê bibe payîtext Guayaquilê ku payîtexta eyaleta Guayasê ye, zîndana bi navê La Rocayê ji ber ku zîndan bi ewleye, polîs û terefdarên çeteyan lihev xistin.

Hat ragihandin ku ji bo kontrola bûyerê bixin destê xwe, hêzên asayîşê şandine zîndanê da operasyonan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin