'Dibe ku 1 milyar mirov bi vîrusê bikevin û 3 milyon û 200 hezar jî bimirin'

'Dibe ku 1 milyar mirov bi vîrusê bikevin û 3 milyon û 200 hezar jî bimirin'

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku gotibû, wê vîrusa koronayê demeke dirêj bimîne û zû bi zû neçe, Komîteya Rizgarkirina Navdewletî (IRC) jî bal kişand ser ku heger rêkarên lezgîn bo pêşîgirtina belavbûna Covid-19 neyên girtin, dibe ku milyarek mirov li seranser dinyayê bi vîrusê bikevin.

Komîteya Rizgarkirina Navdewletî (IRC) da zanîn ku eger rêkarên lezgîn ji bo pêşîgirtina vîrûsa koronayê neyên girtin, wê milyarek kes bi vîrûsê bikevin û 3 milyon û 200 hezar jî bimirin.

Komîteya IRCê hişiyarî da ku dewletên mîna Afganistan, Sûriye û Yemen ji ber şer rikarin pêşiya vîrusê bigirin û divê bilez alîkarî li wan bê kirin.

Li gorî amarên herî dawî, heta îro 29ê Nîsanê li seranserê cîhanê 3,148,709 kes bi vîrusa korona ketine, 218,383 kes pê mirine û 962,448 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin