PeyamaKurd- Dîwana Edaletê ya Awrûpayê biryarê da ku PKK di lîsteya terorê de bimîne. Dadgeha bin ya Dîwana Edaletê ya Awrûpayê ku navenda wê li Luksembûrgê ye, biryara doza ku PKKê li dijî Konseya Awrûpayê vekiribû da.
Dadgeh di biryarê de got ku di ûsûlê de hinek xeta hene ku PKK bo navbera salên 2014-2017an di lîsta terorê de hiştine lê li gor biryarên nû, divê car din PKK di lîsteya terorê de bimîne.
PKK ê bi betalkirina doza tedbîrên ku li hemberê wê hatibûn sitendin, di 14 ê gulana 2014an de seredana Dîwana Edaletê ya Awrûpayê kiribû. PKK ji sala 2002an heya niha di nava lîsta Konseya Awrûpa ya terorê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin