Diya Bîn Ladîn yekem care axifî

Diya Bîn Ladîn yekem care axifî

PeyamaKurd- Diya serokê El Qaîdeyê, diya Bîn Ladîn yekem care ku bo rojnameya The Guardianê axifî. Bîn Ladîn ji malbateka Erebistan Si’ûdiyê ye û gelek dewlemend e. Di dema axaftina diya Bîn Ladîn Aliya Xanim ya bi rojnamê re, her dû kurên wê yên ku li jiyanê mane Ahmed û Hesen û kurê wê yê ji zilamê duyem Muhammed El Attaş amade bûn.

Bi sedema ku malbata wan malbateka navdare û li Erebistanê tevgerên wan tên şopandin, bo îzna axaftinê, îzna xwe ji welîahdê Erebistanê ji Muhammed Bîn Selman distîne. Di hevdîtinê de ji hukumeta Erebistanê parastvanekî û wergerekî jî amade bû.

Malbata Bîn Ladîn li bajarê Ciddeyê dimîne û terefdarên nûjeniya Erebistanê ne. Di roja ku pê re hevpeyvîn hat kirin, ew roj roja wê ya darizandinê bû ku derketibû dadgehê. Weka her dêyekê bi hezkirin lê weka yekî ku rêya xwe wenda kiribe, behsa kurê xwe kir. Aliya bi xwe bawer axifî û weha got:

“Jiyana min gelek zahmet bû û ji min dûr bû. Zarokekî gelek baş bû û ji min gelek hezkir.

Diya Ladîn niha li dora 70 saliye û Attaş nîşan dide û dibêje: “Piştî 3 saliya Ussame, ew Ussame xwedî kir. Zilameka gelek baş bû û bo Ussame jî gelek baş bû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin