Tehranê berpirsiyarê dîplomasiyê diyar kir: Ebas Araqçî kesê yekem e

Tehranê berpirsiyarê dîplomasiyê diyar kir: Ebas Araqçî kesê yekem e

PeyamaKurd - Di demekê de ku li pişt perdeyê nîqaşên li ser agirbest û rêkeftineke mihtemel berdewam dikin, Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyeke zelal derbarê dabeşkirina rolan di navbera berpirsên welat de da.

Berdevkê wezaretê tekez kir ku tenê Ebas Araqçî rayedarê sereke yê dîplomasiyê ye.

“Baweriya me bi Amerîkayê tune ye”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, di hevpeyvînekê de li gel tora India Todayê helwêsta Tehranê ya li hemberî Washingtonê anî ziman.

Bekayî diyar kir ku wan ezmûneke “trajîk” bi dîplomasiya Amerîkayê re derbas kiriye û got:

Em bi tu awayî baweriya xwe bi wan nayînin. Tenê di nava neh mehan de, di dema ku hewldanên dîplomatîk berdewam dikin, du caran êrîşî me kirin.”

Araqçî li hemberî Xalîbaf: Desthilata dîplomasiyê

Yek ji xalên herî balkêş ên daxuyaniya Bekayî, bersiva wî ya ji bo nîqaşên navxweyî yên Îranê bû. Bekayî bi zelalî ragihand:

Wezîrê Derve Ebas Araqçî kesê yekem ê berpirsiyarê dîplomasiya derve ya Îranê ye. Serokê Parlamentoyê (Mihemed Baqir Xalîbaf) li gorî destûrê erkên wî yên din hene.”

Ev daxuyanî wekî hewildanekê ji bo pêşîgirtina li tevliheviya peyaman di danûstandinên navneteweyî de tê nirxandin.

Trump: “Em bi kesên rast re dicivin”

Ev daxuyaniya Tehranê piştî peyamên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat. Trump roja Sêşemê (24ê Adarê) li Qesra Spî ragihandibû ku ew bi rayedarên Îranî re di nav peywendiyê de ne. Trump gotibû:

Em li Îranê bi kesên rast re dicivin û ew pir bi hewes in ku peymanekê îmze bikin.”

Trump her wiha diyar kiribû ku tîma wî ya ji JD Vance, Marco Rubio, Steve Witkoff û Jared Kushner pêk tê, bi baldarî pêvajoyê dişopînin.

Mercê Îranê: “Aştiyeke mayînde”

Li aliyê din, rayedarekî payebilind ê Îranî ji tora CNNê re eşkere kir ku Tehran amade ye guh bide her pêşniyarekê ku armanca wê bidawîkirina şer be, lê bi mercê ku ev çareserî “aram û mayînde” be. Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Îranî razî bûne ku “qet nebin xwediyê çekên nukleerî”, lê dîsa jî tekez kir ku ew di vê qonaxê de hîna baweriya xwe bi tu aliyekî li Tehranê nayne.