DMMEyê ji bo Demirtas Tirkiye bi 25 hezar euroyan ceza kir: Zû berdin…

DMMEyê ji bo Demirtas Tirkiye bi 25 hezar euroyan ceza kir: Zû berdin…

PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku beriya niha jî xwestibû hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş bê berdan, li ser serlêdana parêzeran biryara xwe ya nihayî da. Li gorî biryara dadgehê pêwîste Demirtaş bilez were berdan û divê Tirkiye 25 hezar euro ceza bide Demirtaş û parêzerên wî.

Dadgeha Ewropayê di biryara xwe ya nihayî de ragihand ku di girtina Demirtaş de binpêkirina heq heye û pêwîste ji bo serbest berdana çi lazim be bê kirin.

Herwiha dadgehê diyar kir, girtîmayîna Demirtaş dijî hiqûqa navxweyî û navnetewî ye û heta hinceteke mafdar bo girtina wî neyê nîşandan pêwîste di dema herî nêzîk de bê berdan.

DMMEyê biryar da ku Tirkiye ji bo Demirtaş 10 hezar euro manewî û 15 hezar euro jî mesrefên darazê bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin