PeyamaKurd- Li welatê Gabonê vê sibê leşkerên ku xwestin derbe bikin û dest deynin ser îdara dewletê, hatin girtin. Wezîrê ragihandin û berdevkê hukumetê Guy-Bertran Mapangou bo çapemeniyê ragihand ku wan leşkerên di radyoya dewletê de belavokê xwendin, ji aliyê yekîneya cendirmeyan de hatine girtin.
Mapangou got ku her tişt di bin kontrola wan de ye û her tişt wê bibe weka berê. Serê siba siet di 04.30an de grûbek leşker dest danîbû ser radyoyê, belavoka leşkerî xwendibûn û gotibûn ku wê Konseya Netewî ya Şêwrê ava bikin.
Serokê grûba leşker ragihand ku serokkomarê Gabonê Elî Bongo ku niha li Fasê tedawî dibîne, nikare serokkomariyê bike û di peyama serê sale de xeyalên wan şikandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin