Îran statuya 3 deriyên sînorî yên ligel Kurdistanê diguherîne

Îran statuya 3 deriyên sînorî yên ligel Kurdistanê diguherîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Îranê biryar daye sê deriyên din yên sînorî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bike deriyên fermî yên navdewletî.

Cîgirê parêzgarê Helebcê, Kawe Elî Kerîm ragihand ku rayedarên Îranê gotine; hikûmeta Îranê rizamendî nîşan daye sê deriyên din yên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re bike deriyên fermî.

Kawe Elî Kerîm got ku hikûmeta Îranê 10ê Tebaxa 2019an biryar daye û dê di demek nêzîk de rayedarên herdu welatan li ser vê mijarê bicivin û biryarê bixin piratîkê. 

Deriyên ku Îran dixwaze bike fermî ev in;

Kêlê - Dikeve navbera bajarên Serdeşt (Rojhilat) û Qeladizê (Başûr)

Şoşmê (aliyê Rojhilat) Tewêle (aliyê Başûr) dikeve navbera nehiya Newsûd ya bajarê Pawe (Kirmaşan) û nehiya Tewêle ya Helebcê

Şêx Sile (aliyê Rojhilat) Pişte (aliyê Başûr); dikeve navbera bajarê Selas Bawecanî (Kirmaşan) û nahiya Bemo ya Helebcê.

Bi cîbicîkirina vê biryarê re 6 deriyên fermî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê çêdibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin