Dozgeriyê ceza li ser zêdetirî sed kesayetên îranî sepand

Dozgeriyê ceza li ser zêdetirî sed kesayetên îranî sepand

PeyamaKurd - Nivîsgeha Dozgeriya Giştî ya Îranê astengkirina hesabên zêdetirî 100 kesatiyên diyar ên Îranê û destdanîna ser serwet û samanên wan bi tohmeta piştgirîkirina "dijminan", ragihand.

Nivîsgeha Dozgeriya Giştî ya Îranê îro Yekşemê 5ê Nîsanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, ceza li ser zêdetirî 100 kesatiyên diyar ên Îranî hatiye sepandin û ragihand, ew rêkar ji destdanîna ser serwet û samanên wan kesan û astengkirina hesabên wan pêk tê.

Hate diyarkirin ku ew lîste hejmareke lîstikvan, werzişvan, rêveber û rojnamevanan li xwe digre.

Hate gotin ku di nav wan kesên ceza li ser wan hatine sepandin de, rojnamevanên di torên "Israel International" û "Manoto"yê de kar dikin hene. Hate diyarkirin ku wê zêdetir hurgilî li ser wan navan û tohmetan piştre bên eşkerekirin.