PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê nû li Hewlêrê Robert Palladino kir.
Di hevdîtina ku Robert Waller Konsulê berê yê Amerîka li Hewlêrê jî amadehî kir de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka kir û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiyeke pêwîst nîşan da.
Serokwezîr Barzanî, herwiha spasiya Konsulê Giştî yê berê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yên nû de jê re xwest.
Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka li Hewlêrê tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke stratejîk a Amerîka ye, bi taybet hêza Pêşmerge.
Palladino got ku ew kar dikin ji bo pêşxistina zêdetir a veberhênana Amerîka li Herêma Kurdistanê.
Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê, hilbijartinên dahatî ya Encûmena Nûneran a Iraqê, diyaloga stratejî ya Amerîka û Iraqê û girîngiya beşdariya aktîv a Herêma Kurdistanê di wê diyalogê de, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin