DYA: “Îran dizane di destê me de alternatîv hene”

DYA: “Îran dizane di destê me de alternatîv hene”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku 1,5 sale dixebitin da bi Îranê re li hev bikin û Îranê tehdîd kir:

“Eger Îran weha dewam bike û bi me re hevkariyê neke, di destê serok Trump de gelek bijarte (alternatîv) hene. Nabe ku Îran çekên nuklerî bi dest bixe û di rêya deryayê ya bazirganiyê ya navdewletî de li keştiyan bixe.”

Marco Rubio, axaftina xwe li payîtexta Filipinê li Manilayê di civîna wezîrên karên derve ya 59em ASEANê de kir.

Rubio got ku ew dixwazin bi Îranê bigihên peymanekî ku Îran nikaribe bi awayekî mayînde bibe xwediyê sîlihên nuklerî, deivê desteka xwe ji terorê bibire û dest ji xebatên nuklerî berde.

Rubio got ku Îran êrîşê keştiyên bazirganî dike û li welatiyên DYAyê dixe. Li ser pirsa dewama dorpêçan û operasyona leşkerî yên ser Îranê wezîr Rubo got:

“Eger Îran xwe nede ber li hevkirinê, di destê serok de bijarte hene. Ez nikarim di mijarê de ber li serok bigrim. Lê Îran jî dizane di destê me de gelek bijarte hene. Êrîşên Îranê yên di Tengava Hurmizê de, li dijî peymana me bû lê Îran bi İHA û fuzeyan li keştiyên bazirganî dixe. Îran dixwaze li ser gihandina deryayê ya navdewletî desthilata xwe deyne lê ev nayê qebûl kirin.”