DYA li dijî Hûsîyan hevpeymanîyeke 10 welatî saz dike

DYA li dijî Hûsîyan hevpeymanîyeke 10 welatî saz dike

Peyama Kurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li dijî êrîşên Hûsîyan yên li Deryaya Sor, ketiye nav hewldana sazkirina hevpeymanîyeke navneteweyî.

Hûsîyên ku ji komên milîşeyên Şîa pêk tên û girêdayî rejîma Îranê ne, li Yemenê desthilatdar in û piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezzeyê, li Deryaya Sor êrîşên li dijî keştîyên bazirganîyê zêde kir. 

Hate ragihandin ku DYA dest bi dîplomasîya ji bo li dijî êrîşên Hûsîyan sazkirina pevpeymanîyeke navneteweyî  kirî ye. Li gor jêderên dîplomasîya navneteweyî DYA, hewl dide ku bi navê “Pêşengiya Ewlehîya Pirneteweyî” hevpeymanîyeke ku ji 10 welatan pêk tê u yek ji wan welatekê Ereb e saz bike.

Wezîrê Paraztinê yê DYAyê LIyod Austin di serdana xwe ya Behreyna ku îstgeheke keştîyên bazirganîyê yên DYAyê ye de ragihand ku ew hewl didin ku ji bo keştîyên bazirganîyê yên ku li Deryaya Sor seferan pêk tînin bi serbestî seferên xwe pêk bînin.

Austin da zanîn ku welatên tevlî vê hevpeymaniyê bûne Brîtanya, Behreyn, Kanada, Fransa, Îtalya, Holanda, Norwêc, Sîşêl û Spanya ne û got ku hêza deryayî ya ku wê bi hevbendîya van welatan pêk bê li Deryaya Sor û Deryaya Spî çalakiyên hevpar bike.

Austin herwiha got, “Ev pêdivîyeke bergirîyê ya navneteweyî ye û loma îro ez destpêkirina “operasiyona zêrevanên jiyarxweşiyê radigihînim ku pêşengiyeka giring a nû ya ewlehiya pirneteweyî ye”.

Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê, Hûsiyan bi dronên êrîşker ku rejîma Îranê ew dabûn wan, çend êrîş birin ser keştiyên bazirganîyê yên Deryaya Sor.

Çend demjmêr berîya ragehandina hevpeymanîya DYAyê, Hûsiyan ragihand ku bi dronan êrîşê du keştiyên din jî kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin