DYA: Mesrefa operasyonên Îranê gihiştiye 12 milyar dolarî

DYA: Mesrefa operasyonên Îranê gihiştiye 12 milyar dolarî

PeyamaKurd - Qesra Spî diyar kir ku heta niha mesrefa giştî ya operasyonên leşkerî yên DYA li dijî Îranê gihîştiye 12 milyar dolarî.

Rêvebirê Konseya Aborî ya Qesra Spî Kevin Hassett, di civîneke çapemeniyê de ku roja Yekşemê, 15ê Adara 2026an de hat lidarxistin, daneyên nûvekirî yên li ser aliyê darayî yê operasyonên leşkerî parve kir.

Hassett got, "Mesrefa çalakiyên me yên leşkerî yên li dijî Îranê heta niha gihîştiye 12 milyar dolarî."

Rayedarê Qesra Spî tekez kir ku budceya pêwîst ji bo Wezareta Şer niha heye, lê fikara sereke sektora enerjiyê ye.

Hassett diyar kir, "Pirsgirêka me ya herî mezin niha bihayên enerjiyê ne. Em rewşa heyî pir ji nêz ve û bi baldarî dişopînin."

Hassett bal kişand ser bêîstîqrariya aborî ya cîhanî û diyar kir ku ev rewşa di aboriya cîhanê de divê zû were çareser kirin û DYA biryardar e ku gavên pêwîst di vî warî de bavêje.