PeyamaKurd – Hûsiyan ragihand ku DYA û Îngilîstanê li rojavayê Yemenê li bajarê peravê Hudeydeyê êrîşên hewayî pêk anîn.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê televizyona El-Mesîra ya Hûsiyan hat dayîn, hat diyarkirin ku DYA û Îngilîstanê 2 êrîşên hewayî birin ser Hudeydayê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş li taxa Tûhîta ya li başûrê bajêr pêk hatin, têkildarî wendahiyên canî û agahiyên din agahî nehat dayîn.
Îsraîlê di 26ê Kanûnê de li ser Sana û bajarê Hudeyda yên li peravên Deryaya Sor êrîşên hewayî pêk anî. Hat diyarkirin ku di êrîşan de 6 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin