Ebas Araqçî hişyarî da Washingtonê: Bersiva Îranê dê wêranker û li seranserê herêmê be

Dîroka Weşanê :
Ebas Araqçî hişyarî da Washingtonê: Bersiva Îranê dê wêranker û li seranserê herêmê be

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî, bi daxuyaniyeke tund hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û ragihand ku her êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê dê bi bersiveke "wêranker û berfireh" re rû bi rû bimîne.

Araqçî di gotara xwe ya di Wall Streetê Journal de tekez kir ku Îran dê vê carê wekî şerê meha Hezîranê "xweragir" nebe û bi hemû hêza xwe bersivê bide.

Araqçî destnîşan kir ku şerekî mihtemel dê ne tenê bi Îranê ve sînordar bimîne, lê dê tevahiya herêmê bixe nav agir û bandoreke gerdûnî bike.

Ev daxuyaniyên tund di demekê de tên ku Amerîkayê keştiyên xwe yên balafiran ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê xistine û alavên leşkerî li herêmê zêde kirine.

Her wiha, ji ber tepeserkirina xwepêşandanên navxweyî, vexwendina Araqçî ya ji bo Korbenda Davosê hat betalkirin.