‘Ebûbekir Bexdadî di kêliya dawiyê de reviyaye’

‘Ebûbekir Bexdadî di kêliya dawiyê de reviyaye’

PeyamaKurd- Wezareta Navxweyî ya Iraqê ragihand ku li herêmên navîn ên Sûriyê li dijî Serokê rêxistina terorê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî operasyonek hatiye kirin lê di kêliya dawiyê de reviyaye.

Midûrî Gişti yê Îstixbarata Daîreya Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Ebu Ali es-Sabr di daxuyaniya xwe di rojnameya fermî ya wî welatî es-Sabahê de ragihandiye ku li dijî serokê rêxistina terorê ya DAIŞê Ebubekir Bexdadî û terorîstên pê re operasyonake nepen hatiye kirin lê di kêliya dawiyê de reviyaye û xwe xilas kiriye.

'HÛRGILÎ DÊ PAŞÊ BÊN AŞKEREKIRIN'

Rojnameya es-Sabahê derbarê operasyonê û herêma ku operasyon lê hatiye kirin aşkere nekiriye û diyar kiriye ku dê hûrgiliyan paşê aşkere bikin.

Ji aliyê din ve rojnameya îngilîzî The Telegraphê jî amaje kiribû ku Bexdadî li çolên li rojavayê Îraqê xwe vedişêre.

'PIŞTÎ PÊNC SALAN BO CARA YEKEM DÎMÊNEN NÛ YÊN BEXDADÎ HATIBÛN BELAVKIRIN'

Demek berê vîdeoyeke nû ya serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî li se organên medyayî yên propogandaya rêxistina terorê DAIŞê hatibû belavkirin. Bexdadî herî di sala 2014 li Mizgefta el Nur a li Mûsilê dema weiz dide xuya kiribû. Piştî wê vîdeoe cara yekem e ku dîmên Bexdadî tên belavkirin.

'DÎMENÊN BEXDADÎ RAST IN'

Îstixbarata Almanyayê ragihandibû ku vîdeoya serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadiyê ku çend roj berê li ser medyaya rêxistinê hatibû weşandin, rast e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin