El Qaîdeyê, li ser tevlîbûna FIFAyê hisyariyek kir

El Qaîdeyê, li ser tevlîbûna FIFAyê hisyariyek kir

PeyamaKurd- Rêxistina El Qaîdeyê, li ser Kûpaya Fûtbolê ya Cîhanê ku li Qeterê tê rêvebirin, mislimanan hişyar. Rêxistinê di hişyariya xwe de xwest ku xwe dûrî merasîmên dayîna kupayê bigirin.

Kûpaya Futbolê ya Cîhanê ya FIFAyê ku duh stadyûma Al Bayt a bajarê Al Khor a Qeterê dest pê kiribû, bû sedema hişyariyeke ji bo misilmanan.

Saziya Sivîl a Civakî ya Amerîkayê grûpa SITE Intelligenceyê ku çalakiyên rêxistinên cîhadî yên online dişopîne, vê peyama ku di 19ê Mijdarê de hatiye belavkirin, eşkere kir.

Li gorî ragihandinê, peyam ji aliyê milê El Qaîdeyê yê Yemenê ve hatiye ragihandin û hatiye gotin ku

“Em birayên xwe yên misliman hişyar dikin ku vê çalakiyê neşopînin û tevlî nebin. Qeter, bê exlaqan, homoseksuelan û tovên fesadan tîne Nîvgirava Ereban.”

Her wiha hat zanîn ku ji bo Kûpaya Futbolê ya Cîhanê ya FIFAyê, pêşbaziya duyemîn a Gruba A jî îşev di navbera tîmên Holanda û Senegalê de tê lîstin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin