PeyamaKurd- Komîta tenduristiyê ya Iraqê îro di bin serokatiya serokwezîr Mistefa Kazimî de civiya û hinek biryaran da. Yek ji biryarên girînge ew e ku dê deriyên sînor yên Iraqê piştî 12 ê êlûnê bo bazirganiyê vebin.
Endamê Komîta Bilind ya Tenduritstiyê yê Netewî Omer El-Waîlî ragihand ku wan di bin serokatiya Mistefa Kazimî de civîn kirine û gihane wê biryarê. Tevî ku jimara pêketiyên Kovid-19 ê û wefatên wê li Iraqê zêde ne jî bi sedema rewşa aboriyê, Iraq hinek tedbîran sist dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin