“Em bo operasyonên tolhildanê îzin dixwazin”

“Em bo operasyonên tolhildanê îzin dixwazin”

PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê Parastvanên Şorişa Îranê Muhammed Elî Caferî bo operasyonên tolhildanê ji serokkomar îznê didxwaze. Caferî got ku ew dixwazin ji Erebistana Si’ûdî û Emaratan tola xwe hildin.

Caferî bi sedema kuştina pasdarên li eyaleta Sîstan û Belûcîstanê, Erebistana Si’ûdî û Emaratan berpirs digrin. Caferî di merasima pasdaran ya li bajarê Esfahanê de axifî û got:

“Em bo tolhildanê ji serokkomar îznê dixwazin. Em ê ji Erebistan û Emaratan tola xwe hildin.”

Caferî got ku îstîxbaratên her dû dewletan li ser sînorê Îran û Pakistanê, di wê herêmê de xebatên xwe dikin û li dijî wan tevegran dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin