"Em ê agir berdin binesaziya petrol û gazê ya herêmê"

 "Em ê agir berdin binesaziya petrol û gazê ya herêmê"

PeyamaKurd - Baregeha Xetem el-Enbiya ya Îranê gef xwar ku eger êrîşî binesaziya enerjiyê û benderên Îranê bê kirin, ew ê agir berdin binesaziya petrol û gazê ya herêmê.

Berdevkê Baregeha Xetem el-Enbiya Îbrahîm Zulfexari doh (Pêncşem, 12ê Adarê, 2026) ji rojnamevanan re got, "Em dewleta êrîşkar û hemî hevalbendên wê hişyar dikin ku em ê bi tundî bersivê bidin êrîşa herî piçûk jî li ser binesaziya enerjiyê û benderên Îranê."

Îbrahîm Zulfexari gef xwar ku eger êrîşî binesaziya enerjiyê û benderên Îranê bê kirin, ew ê agir berdin binesaziya petrol û gazê ya herêmê.