"Emê li dijî Îranê pistevaniya Siûdiyê bikin"

"Emê li dijî Îranê pistevaniya Siûdiyê bikin"

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis, ragihand ku di rûbrûbûna komên terorîstî û çalakiyên têkder yên Îranê de li qadê, wê Amerîka alîkariya xwe ji Siûdiyê re berdewam bike.

James Mattis, di civînekê de li gel welîehdê Siûdiyê Mûhemmed Bîn Selman, ragihand ku di rûbrûbûna grûbên terorîstî û çalakiyên têkder yên Îranê de li qadê, wê Amerîka alîkariya xwe ji Siûdiyê re bidomîne.

James Mattis tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê ji bo Siûdiyê kir, bi mebesta çareserkirina krîza Yemenê û got: "Pêwîst e destwerdana Îranê di Yemenê de bidawî bê".

Herwiha der barê hevkariya serbazî ya di nav herdu welatan de, wezareta derve ya Amerîka belav kirye ku ew razî bûye şeş hezar û 600 mûşekên Taw  bi nirxê 670 milyon dolar bifroşe Siûdyê û Kongirêya Amerîka li ser vê yekê erê kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr jî ragihand ku welatê wî li gel Amerîkayê kar dike, ji bo rê li pêşiya berfirehbûna hejmûna Îranê li qadê bigirin û diyar kir ku, pêwîst e lêvegerek di rêkeftina atomî de, ya li gel Îranê bê kirin.
Cubêr wiha bi dawî anî: "Destê Îranê di tevahiya pirsgirêkên navçeyê de heye".

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin