Endonezya, di şûna Hurmizê de berê xwe da petrola Afrîkayê

Endonezya, di şûna Hurmizê de berê xwe da petrola Afrîkayê

PeyamaKurd – Dewleta Endonezyayê bi sedema tengasiya Hurmizê ji bo pêdiviya petrola xwe bicîh bîne berê xwe daye welatên Afrîkayê. Endonezya dixebite da petrola ku pêdiviya wê pê heye, ji welatên Afrîkayê yên wekî Cezayir, Nijerya, Angola bikire.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Endonezyayê ragihand ku ji ber rêya vê petrolê girêdayê Hurmizê nîne, berê xwe dayê. Li gor ajansa nûçeyan ya Antara; cîgirê wezîrê karên derve yê Endonezyayê Arif Havas Oegroseno li ser mijarê daxwuyanî daye.

Oegroseno got ku Endonezya dixebite da petrola ku pêdiviya welatê wî pê heye, di rêya deryayê de ya ku têkiliya wê bi Hurmizê re tine de, bidest bixe.

Oegroseno rave kir ku ji bo pêdviya petrol û gazê, li ser gelek welatan lêkolîn kirine û hema temamê welatên Amerîka Latînî xwediyê taybetmendiyane ku dikarin ji wan petrol û gazê bikirin.