PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di civîna 39emîn a berpirsên perwerdeyê de li Tehranê ragihand ku dijber û astenga herî mezin a li pêşiya bicihanîna hevtêgihîştina di navbera Îran û Amerîkayê de Îsraîl e.
Eraqçî got ku Îsraîl hemû hewldanên xwe xistine dewrê da ku rê li ber vê hevtêgihîştinê bigire û ev hewldanên wê yên ji bo têkbirina dîplomasiyê heta niha jî berdewam dikin.
Eraqçî bal kişand ser êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê û diyar kir ku gelê Îranê di şerekî 40 rojî de li hember hêzên herî mezin berxwedaniyek dîrokî nîşan daye û îdia kir ku Îranê hem di qada leşkerî û hem jî di qada dîplomasiyê de serkeftin bi dest xistiye.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê behsa kuştina Rêberê berê yê Îranê Elî Xamênêyî jî kir û ragihand ku ew ê ti carî vê xwînê ji bîr nekin, nabihûrin û dê di her şertî de li pey mafên xwe yên neteweyî bin.