Erdogan bi Bahçelî re civiya

Dîroka Weşanê :
Erdogan bi Bahçelî re civiya

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re civiya.

Serokkomar Erdogan doh li mala Bahçelî ya li Beytepeyê bi serokê MHP Bahçelî re civiya.

Bahçelî derket ber deriyê mala xwe da ku pêşwaziya Erdogan bike. Civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû, bi qasî 40 deqîqeyan dom kir.

Di serdana Serokkomar Erdogan de Rêveberê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettin Duran, Sekreterê Taybet ê Serokkomariyê Hasan Dogan û Şêwirmendê Giştî yê Serokkomar ji bo Siyaseta Derve û Ewlehiyê Akif Çagatay Kiliç jî amade bûn.