Erdogan: Bi Pence û Pompeo re nacivim, bila Trump were

Erdogan: Bi Pence û Pompeo re nacivim, bila Trump were

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiriyê û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan, îro li parlamentoyê di koma partiya xwe de, gotarek pêşkeş kir û tevî hemû nerazîbûnê civaka navdewletî ji bo êrîşên ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ew paşde gav navêje û dê heta 30-35 km di nav erda Sûriyê de biçin.

Piştî gotara xwe dema derketinê Erdogan li ser piyan bersiva rojnamevanan da.

Peyamnêra Sky News ji Erdogan pirs kir: Rayedarên Amerîkî tên gelo hûn bi endîşe ne?

Erdogan bersiv da got: Na çima bi endîşe bim? Peyamnêrê dîsa pirsî ku ew dê bi rayedarên Amerîkî yên tên Tirkiyê re hevdîtinê bike yan na, lê Erdogan got ku ew bi wan re hevdîtinê nake, “Bila biçin hempîşeyên xwe re bicivin. Ezê dema Trump hat pê re hevdîtinê bikim.”

Hêjayî gotinê ye, îro Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Pompeo ji aliyê Trump ve bo Tirkiyê hatin şandin ku zorê bidin Tirkiyê daku bi Kurdên Rojava re agirbestê ragihîne û dawî li êrîşan bîne.

Ji Trump civîna awarte bo êrîşên Tirkiyê: Hemû payebilind beşdar dibin

Pompeo û Pence ji bo Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin