Erdogan gotina xwe guherand: Ezê bi Pence û Pompeo re bicivim

Erdogan gotina xwe guherand: Ezê bi Pence û Pompeo re bicivim

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di bersiva pirsa peymanêrê Sky Newsê de gotibû, ew bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ku ji bo êrîşên ser Rojava bidin rawestandin hatin Tirkiyê re nacive.

Erdogan piştî çend saetan fikrê xwe guherî û di parvekirina vîdyoyî ya Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun de dibêje, “Ezê bi Pence û Pompeo re bicivim.”

Altun dibêje, tê plankirin ku hevdîna heyeta Amerîkayâ ya Pence seroktiya wê dike sibe Pêncşemê were kirin.

Erdogan îro gotibû, ew bi şanda Amerîkî re nacive û tenê bi Trump re dicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin