PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Erebistana Saûdiyê ragihand ku ji ser axa Iraqê bi jimarekî zêde bi balafirên bê mirov (İHA) êrîş kirine ser sehayên petrolê yên li herêma Rojhilatê Erebistanê û sîstema bergiriya Erebistanê, wan İHAyan xistiye û îmha kiriye.
Berdevkê wezareta bergiriyê yê Erebistana Saûdiyê Tuxgeneral Turki el-Maliki, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de, êrîşên İHA yan ragihand ku jimara wan gelek bûne, ji ser axa Iraqê êrîşan kirine, sîstema bergiriya hewayî İHAyan îmha kiriye û weha dewam kir:
“Van hewlên terorî car din ji ser axa Iraqê dane destpêkirin û ji aliyê mîlîsên terorîst yên girêdayê Îranê de hatine kirin. Mafê me yê bersivdanê heye ku em bi derfetên xwe, parastina xwe bikin, mafême parastiye û wê di wexta munasib de be.”