PeyamaKurd – Li welatê Îsveçê di derbarê Erîstreyiyan de festîwalekî hat kirin û kesên li dijî festîwalê êrîş birin ser festîwalê û di encamê de 52 kes birîndar bûn. Kesên festîwalê protesto dikirin agir bi stand û konan xistin.
Wezîrê dadê yê Îsveçê ragihand ku ew şiddetê qebûl nakin û polîs li ser bûyerê lêpirsînê da destpêkirin.
Li gor ragihandina rojnama Îsveçê ya bi navê Expressen; bi hezarî kesên dijberên Erîtreyê, di seha festîwalê de agir bi stand û konan xistin.
Berdevkê Polîsê Îsveçê Daniel Wikdahl ragihand ku polîs li ciyê bûyerê bû ye, lêpirsînê dane destpêkirin û di navbera 100-200 kesan de xistine bin çav.
Welatê rojavayê Afrîkayê Erître gelek kes ji wan li Îsveçê dijîn û ji sala 1990an heya niha her sal festîwala xwe çêdikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin