Êrîse ser sekreterê HÜDAPAR a Adanayê Sacit Piskin kirin û kustin

Êrîse ser sekreterê HÜDAPAR a Adanayê Sacit Piskin kirin û kustin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê giştî yê HÜDAPARê Dr. Halef Yılmaz di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku hinek kes li Adanayê êrîşê ser hevalên wan yê serokê şaxa Adanayê Salih Demir û sekreterê partiyê Sacit Pişkin di wexta ku limêj dikirin bi satûran êrîşê wan kirine.

Ji her dû kesan sekreterê HUDAPARê yê Adanayê Sacit Pişkin miriye û serokê wê Salih Demir birîndar bûye. Yılmaz weha got:

“Serokê partiya me ya Adanayê Salih Demir û sekreterê me Sacit Pişkin di dema limêj dikirin, ketine ber êrîşa bi satûran. Sekreterê bajêr şehîd bûye û mamoste Salih birîndare.

Bûyerekî ji rêzê nîne. Ew kesên ku goya siyasetmedarin, HÜDAPARê hedef nîşan dane, destê xwe xistine nav xwîna me. Li Adanayê bazirganiyekî gemarî yê maddeyên hişbir heye. Kesên bûyerê dane kirin divê derxin ortê. Em ê pêşiya wan bernedin û ji baronên maddeyên hişbir hesab bipirsin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin