PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Kuweytê ragihand ku tevî agirbesta du hefteyî, Îran û hêzên wê yên wekîl roja pêncşemê bi dronan êrîşî çend saziyên girîng ên welat kirine. Li gorî çavkaniyên herêmî ev êrîş ji xaka Iraqê ve hatine encamdan û baregeheke Garda Neteweyî kirine armanc.
Hevdem Erebistana Siûdî jî piştrast kir ku di êrîşeke wiha de ziyan gihîştiye xeta veguhastina petrolê ya "Rojhilat-Rojava" ku ber bi Deryaya Sor ve diçe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bertekeke tund nîşanî van geşedanan da û tevgerên Îranê yên li Tengava Hurmizê û pabendnebûna wê bi rêkeftinan şermezar kir.
Hêjayî gotinê ye, biryar e sibe roja şemiyê, danûstandinên krîtîk di navbera Tehran û Washingtonê de li Îslamabada paytexta Pakistanê dest pê bikin. Tevî ku di êrîşên li ser Kuweytê de ziyanên giyanî çênebûne, lê zêdebûna êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya li herêmê gumanên mezin li ser serkeftina hevdîtinên dîplomatîk çêdike.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev pêngavên Îranê dikarin zemîna lihevkirinê ya li Pakistanê têk bibin û aloziyên li Kendavê bighînin asteke nû.