Ji Îranê êrîşên bersivdanê bo Kuweyt û Behreynê

Ji Îranê êrîşên bersivdanê bo Kuweyt û Behreynê

PeyamaKurd - Artêşa Pasdaran a Îranê wekî bersivdayîna êrîşên dawî yên Amerîkayê ragihand ku wan baregehên leşkerî yên DYAyê yên li welatên Kuweyt û Behreynê bi moşek û dronan bombaran kirine.

Di daxuyaniya hêzên Îranê de rêveberiya Washingtonê bi binpêkirina agirbestê hat tawanbar kirin û ev kiryar li dijî xala yekem a rêkeftina Îslamabadê hat nirxandin.

Herwiha artêşa Kuweytê û Wezareta Navxweyî ya Behreynê êrîşên nû li ser axa xwe piştrast kirin, lê derbarê ast û qebareya zirarê de hîn zanyariyên berfireh neda ne.

Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku Îranê bi droneke kamikaze êrîşî tankera bi navê "M/T Kiku" ya ku di ser Tengava Hurmizê re derbas dibû kiriye û diyar kiribû ku wekî tolhildanê 10 armancên leşkerî yên li navxweya Îranê hatine rûxandin.

Serokê DYAyê Donald Trump berî van geşedanan bi daxuyaniyeke tund gef xwar û got ku dibe ku ew neçar bimînin vî karî bi rêya leşkerî bi dawî bikin û di rewşeke wiha de dê "Komara Îslamî ya Îranê êdî nebe."