PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Michiganê kesekî êrîşê ser sînagogê kiribû lê di encamê de tenê kesekî birîndar bûbû. Polîs û îstîxbarata DYAyê ketibû pey êrîşker û di encamê de do hatibû kuştin.
Navê êrîşker Ayman Muhammed Gazali ye û 41 saliye. Malbata wî ya ji 4 kesan pêkdihat, di wexta ku artêşa Îsraîlê ji hewa de êrîşê bir ser Lubnanê dimre.
Gazali ji xelkê Lubnanêye lê dema diçe Amerîkayê dibe welatiyê Amerîkayê. Li gor rayedarê Amerîkî ku agahiyan daye; di êrîşa Îsraîlê ya di 5ê Adarê de birayên Gazalî yên bi navên Qasim Gazali û İbrahim Gazali dimrin. Di heman êrîşê de zarokên İbrahim Gazalî Ali Gazali û Fatma Gazali jî dimrin lê jina wî birîndar dibe.
Li gor ewraqên Gazali yên li DYAyê; di sala 2011an de Gazali bi welatiyekî DYA re dizewice, vîza distîne û di heman salê de li DYAyê bicîh dibe. Di sala 2016an de dibe welatiyê DYAyê.